Bertekên li dijî êrişa li Humsê

Aliyên erebî û navneteweyî êrişa li dijî mizgefta Elewiyan a li Humsê şermezar kir û banga parastina sivîlan û hesabpirsînê ji êrişkaran kir.

Bertekên li dijî êrişa li Humsê
27 kanûn, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êrişa li ser Mizgefta Îmam Elî Bîn Ebî Talib a li Humsê şermezar kir û daxwaz kir ku berpirsiyar bên destnîşankirin û bên darizandin.

Di daxuyaniya berdevkê Guterres de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat hêvîkirin.

Berpirsê Kar û Barên Mîsyona Yekitiya Ewropayê ya Sûriyeyê Michael Onmach jî der barê teqînê de daxuyaniyek li ser X’ê weşand û wiha got:  "Armanckirina sivîlan an cihên îbadetê fikardar e û nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekitiya Ewropayê piştgiriyê dide qurbaniyan û malbatên wan û tevahî sûriyeyên ku dixwazin aştiyê bi pêş bixin û tundiyê red dikin.

Muftiyê Misirê Dr. Nezîr Mihemed Eyad ji êrişa ku di dema nimêja înê de li ser mizgefta li Humsê hatibû kirin, şermezar kir û ew wek sûcekî mezin û binpêkirina pîroziya mizgeftan û pîroziya jiyana mirovan bi nav kir. Miftî diyar kir ku hedefkirina nimêjkeran di şerîet û exlaqê de nayê qebûlkirin û binpêkirinek aşkera ya hemû nirxên mirovahiyê ye.

Erebistana Siûdî, Iraq, Urdun û Kuweyt, Filistîn û Lubnanê jî tevî cureyên êriş, tundî û hedefkirina cihên olî bi tundî şermezar kirin, her wiha piştgiriya xwe ji bo Sûriyeyê û hewldanên pêşxistina ewlehî û têkoşîna li dijî terorê nîşan da.

Meclisa Hevkariyê ya Kendava Erebî, Rabîteya Cîhana Misilmanan û sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl Xeyt, bûyer bi tundî şermezar kir. Ji hewldanên bêîstîqrarkirina Sûriyeyê û belavkirina nakokiyan jî hişyarî dan. Her wiha ji bo jiholêrakirina terorîzmê banga yekkirina hewldanên navneteweyî û herêmî kirin.

Hemû aliyan di daxuyaniyan de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û ji birîndaran re şîfa hêvî kir. Her wiha girîngiya cihên olî û parastina sivîlan kirin. Hate gotin, êriş binpêkirina nirxên olî û mirovî ye.

(b)