Malbatên şehîdan: Em ji bo parastina axa xwe amade ne

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarokên Til Birak û Çilaxa yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê nîşan da.

Malbatên şehîdan: Em ji bo parastina axa xwe amade ne
8 ÇILE, 2025   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak ê têkildarî banga serferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Coza El Mihemed ve li ber avahiya meclisê ya li bajar bi beşdarbûna endamên malbatên şehîdan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Brakê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê radigihînin û em amade ne ku axa xwe biparêzin. Her wiha em tekez dikin ku em ê heta kêliya dawî ya jiyana xwe li ser rêya şehîdan bimeşin.”

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê jî li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya bajar daxuyaniyek da û ji aliyê endamê meclisê Ebdulkerîm Şukir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê parastinê dikin, her wiha berxwedana QSD`ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li bendava Tişrînê û Pira Qerqozaqê hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di van kêliyên dîrokî de em bi hev re, bi hêztir in, bi biryar in û vîna me ya azadiyê mezintir e. Em ê çekan hilgirin, em ê bi hemû hêza xwe tax û gundên xwe biparêzin.”

(k)

til birak