Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şehîd Azad Tirbespiyê, merasîma xiyabî li dar xist.

Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
Ji bo şehîd Azad Tirbespiyê merasîmê xiyabî li dar ket
8 ÇILE, 2025   13:57
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîd Hatim El Esaf (Azad Tirbespiyê) ku di berxwedana Minbicê de şehîd ketiye, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Konê sersaxiyê li pêşiya malbata şehîd hate vedan û li wir merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Bi navê meclisê Fatima Casim axivî û sersaxî ji malbata şehîd Azad re xwest. Fatimayê diyar kir ku ew piştgiryê didin berxwedana QSD’ê û got: “Îro bi saya şehîdan em li vir in, destkeftiyên ku şehîdên me bi dest xistine, em ê xwedî lê derkevin.”

Bi navê Kongra Star a bajarê Tirbespiyê Fatima Hisên got: “Şehîd Azad ji bo em hemû bi aramî bijîn, canê xwe feda kir. Em ê heya dawiyê şopdarên keda wan bin. Em berxwedana hêzên xwe yên parastinê jî silav dikin, em piştgiriyê didin wan.”

Li ser navê QSD`ê Mihemed Zêdan jî got berxwedana wan dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bidome.

Paşê wesîqeya şehîd Azad Tirbespiyê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(ex)

ANHA