Malbatên şehîdan: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêdiviyeke mirovî ye

Malbatên şehîdan li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan hişyarî da û diyar kir ku azadiya wî ya fîzîkî ji bo gelên herêmê bûye pêdiviyeke mirovî û siyasî.

Malbatên şehîdan: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêdiviyeke mirovî ye
9 nîsan, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Malbatên şehîdan li bajarê Dirbêsiyê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, hişyarî dan. Malbatan diyar kir ku ev girtin û tecrîd bandoreke neyînî li ser tenduristiya wî dikin.

Der barê mijarê de Hemîd Miêş got Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e li girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê girtin ku bi awayekî aşkera bandor li tenduristiya wî kiriye. Miêş got agahiyên dawîn ên ji birayê wî rewşa wî ya nearam nîşan didin ku ev yek hewce dike ku rewşa tenduristiya wî baştir bibe û di zûtirîn demê de were berdan.

Miêş rave kir ku tecrîda dirêj û nebûna serdanan, bê guman bandorê li her kesî dike. Her wiha diyar kir ku daxwaza wan azadkirina wî ya fîzîkî ye. Miêş destnîşan kir ku bi hezaran kesan berî girtina wî perwerde di îdeolojiya wî de dîtine û hîn jî wisa dikin.

Miêş bang li dewlet û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe yên der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de pêk bînin û da zanîn ku qanûnên navneteweyî ji bo cezayên heta hetayê sînorek dem destnîşan kiriye û berdewamiya girtina wî fikarên cidî li ser jiyana wî derdixin holê.

Merdiya Xelîl jî got Rêber Abdullah Ocalan 27 sal di girtîgehê de derbas kiriye, lê hebûna wî ya ramyarî nehatiye qutkirin û destnîşan kir ku gelê Kurd ji ramana wî hêzê digire.

Merdiye Xelîl diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan mecbûr in ku mafên wî biparêzin û got wî cezayê xwe temam kiriye û divê were berdan.

Mihemed Xetîb jî der barê mijarê de got Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya hemû gelan dike, ne tenê ya gelê Kurd, û destnîşan kir ku pabendbûna wî bi projeya neteweyek demokratîk ew kiriye hedefa dijminan û berdewamiya girtina wî bidestxistina azadî û demokrasiyê asteng dike.

Xetîb her wiha got Rêber Abdullah Ocalan tevî salên dirêj ên girtina xwe, bi îdeolojiya xwe ji bo demokrasiyê têkoşîna xwe didomîne. Her wiha diyar kir ku tevger û çalakiyên gel dê li herêmên cûrbecûr berdewam bikin da ku azadiya Rêber Abdullh Ocalan bixwazin û edalet û demokrasiyê bi dest bixin.

(k)

ANHA