Malbatên şehîd Daştan û Bîlgîn li deriyê sînor ê Xabûrê tên astengkirin

Malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û cenazeyê zarokên xwe wergrin, li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên astengkirin.

Malbatên şehîd Daştan û Bîlgîn li deriyê sînor ê Xabûrê tên astengkirin
6 ÇILE, 2025   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DERˋê û DFGˋê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji Nisêbînê ber bi başûrê Kurdistanê ve derketin rê.

Şande gihişt Deriyê Xabûr ê Silopiyayê û li vir şande ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Silopiya ve bi hinceta “Xray” xerabe ye hat rawestandin. Beriya vê hinceta Xrayê were nîşandan şande nêzî du saetan li ber derî bi hinceta ku “sîstem çûye” hat sekinandin. Piştî ku şande derbasî beşa Xrayê bû vê carê jî bi hinceta ku Xray xerabe ye tê sekinandin.

Parlamenter Kamûran Tanhan ji ber vê hincetê bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Karên Derve yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî lê hê jî ji her du wezaretan ji bo derbasbûna şandeyê tu bersivek erênî nehatiye dayin.

Kamûran Tanhan têkildarî sekinandina şandeyê destnîşan kir ku ev biryara sekinandina şandeyê kêfî ye û got: “Hurmeta li hemberî cenazeyan jî nemaye. Rêzgirtin ji miriyan re jî nemaye. Ev li tu deverek dinyayê nîne. Di hemû şaristaniyan de xwedî wê pîrozahiyê ye ku mafê her kesî ye mirov û hezkiriyên xwe yê jiyana xwe ji dest dabe, li gorî ol û baweriya xwe veşêrin. Ev mafek ewqas xwezayî ye ku hewce nake ku bi rêya qanûnan sererastkirina wergirtina cenazeyan bê kirin. Ji ber vê xwezayîbûnê em jî dixwazin cenazeyan werbigirin. Em ji bo her du cenazeyan peywîra mirovî ya dawî pêk tînin. Em dixwazin astengî neyên derxistin û em cenazeyan werbigirin bînin li bajarên wan veşêrin.”

Şande hê jî li Deriyê Xabûr ê Silopiya tê rawestandin.