Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan

Şêniyên gundên Aliyan ên Çilaxayê ji ber bilindbûna bihayan û kêmbûna kirînê, bi armanca dabînkirina pêdiviyên rojane sebzeyan diçînin.

Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
Li Aliyanê vegera çandiniya baxçeyên malan
6 gulan, 2026   05:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li gundên herêma Aliyan a Cizîrê, salên borî berhemên çandiniyê kêm bûn. Lê îsal ji ber barana zêde erdên çandiniyê têr bûn. Şênî baxçeyên malên xwe diçînin.

Çandinî li herêmê lingê bingehîn ê jiyanê ye. Baxçeyên malan li gundên Aliyan çavkaniyeke dewlemend e. Hema her malbatek li baxçeyê mala xwe sebzeyên cur bi cur diçîne, rojane bi kar tîne, beşekê ji bo mûna zivistanê hiltîne û çi zêde bû jî dide cîranên xwe yên sebze neçandine.

Ev cure çandinî di salên dawîn de ji ber hişkesaliyê pir kêm bûbû. Ew yek bû sedema kêmbûna şilbûna axê, ziwabûna kaniyan û kêmbûna rêjeya ava bîran. Ji ber van sedeman şêniyên herêmê çandinî rawestand.

Lê îsal li gel barana zêde, derbûna kaniyan û bilindbûna rêjeya ava bîran şênî teşwîq kirin ku ji nû ve dest bi çandiniyê bikin.

Mihdî Bircis û hevsera wî Caziye Ebdurehman ku ji gundê Badyanê ne, baxçeyê xwe yê malê ji nû ve diçînin. Wan di salên dawî de ji ber hişkesaliyê dev ji çandiniyê berdabû.

Mihdî Bircis di destpêka biharê de, di nav serayên piçûk de, şitlên sebzeyan amade kirin da ku berî veguhastinê hawirdorek baş ji bo mezinbûna wan misoger bike. Wî tercîh kir ku şitlên xwe bi xwe hilberîne, ne ji bazarê bikire, da ku kalîte baş be.

Bi destpêka demsala havînê re, Mihdî û Caziye berî ku xiyar, firingî, îsot, bacana reş, pîvaz û sîr û milûxiyê li gel sebzeyên bêhnxweş biçînin semadê tev li axê dikin û erdê amade dikin û avê ji bîra li hewşê kolandine bi kar tînin.

Caziye Ebdurehman dibêje vegerîna barana ya îsal jiyana herêmê vejand û ji nû ve hêmanên çandiniyê peyda kirin; wekî axa şil û ava pir. Wê hişt ku ew dîsa vegerin baxçeyê xwe bi kar bînin, da ku hewcedariyên xwe yên sebzeyên teze peyda bikin.

Caziyeyê diyar kir ku berhemên baxçeyê, tevî rûbera wê ya piçûk jî, ji bo xwarina rojane têra wan dike, ji wê zêdetir ji bo zivistanê jî hiltînin, yên zêde bûn jî li xizm û cîranan parve dikin.

Caziyeyê anî ziman ku sebzeyên li malê tên çandin pir baş û tendurist in, ji ber ku ew bi ava paqij tên avdan û bi madenên kîmyawî nayên dermankirin, berevajî tiştên ku li bazaran hene, ku çavkanî yan rêbaza hilberîna wan nayên zanîn.

Caziyeyê da zanîn ku hebûna hêmanên çandiniyê li herêmê, tevî hewldan û lênêrîna ku çandinî hewce dike, mirov teşwîq dike ku pişta xwe bide xwe û destnîşan kir ku ev hewldan ji hêla tenduristî û teserûfê ve pir sûdmend in ji bo malbatê.

Di dewama axaftina xwe de Caziyeyê raber kir ku hin şênî jî hîn xwe dispêrin kirîna sebzeyan ji bazaran, tevî hebûna çavkaniyên çandiniyê. Caziye bang li şêniyan kir ku sebzeyan bi xwe biçînin û piştdayîna dahatên ji herêmên dîtir kêm bikin.

Şênî hêvî dikin ku şert û mercên avahewayê yên guncaw di mewsimên bê de dewam bikin da ku domdariya çandiniyê were misogerkirin û şiyana civakê ya ji bo bidestxistina ewlehiya xurekê bi awayekî serbixwe zêde bibe.

(ac/fr)

ANHA