Malbatên dîlgirtiyan: Em bang li gelê Rojava dikin ku derkevin xwepêşandanan

Malbatên dîlgirtiyan got zarokên wan ji bo parastina doz û gelê xwe xwe feda kiriye û bang li gel kir ku zextê li hikumeta demkî bikin da ku zarokên wan serbest berdin.

Malbatên dîlgirtiyan: Em bang li gelê Rojava dikin ku derkevin xwepêşandanan
Malbatên dîlgirtiyan: Em bang li gelê Rojava dikin ku derkevin xwepêşandanan
Malbatên dîlgirtiyan: Em bang li gelê Rojava dikin ku derkevin xwepêşandanan
Malbatên dîlgirtiyan: Em bang li gelê Rojava dikin ku derkevin xwepêşandanan
17 nîsan, 2026   07:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Malbatên dîlgirtiyan û gel derdikevin xwepêşandanan da ku şervan û sivîlên dîl hatine girtin, serbest werin berdan. Malbatên dîlgirtiyan ên ji Çilaxa û Girkê Legê ji ajansa me re axivîn û daxwaz kir ku gel derkeve xwepêşandanan da ku zextê li hikumeta demkî bikin ku serbest werin berdan. 

Şervanê QSD`ê Şervan Nûredîn Mihemed ji gundê Gir Qehifkê yê Girkê Legê ye. Ew û hevalên xwe meha Çileyê li navenda Um El Xêr a girêdayî Reqayê dîl hatin girtin û hîna çarenûsa wan ne diyar e.

Meta şervanekî û dayika şehîd Mîtan Hediye Mihemed got: "Zarokên me yên di girtîgehên hikumetê de ne, qehreman in. Di şerê rizgarkirina herêman ji zilm û terorê di eniyên pêşde bûn. Ne qurbaniyên şer bûn. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê têkoşîn kirin. Ew ne dîl in, sembola wêrekî û rûmetê ne. Ji ber parastina xak û doza xwe dikirin, hatin girtin. Divê bi lez ew serbest werin berdan. Em ê tê bikoşin heyanî ku hemû şervan û sivîl serbest werin berdan."

Xwişka endamê Asayîşê Mihemed Fehed Mihemede yê dîlgirtî, Nesrîn Mihemed got: "Birayê min ji meha Çile ve ve destê hikumeta demkî de ye. Ew li Meamil a Dêrazorê dîl hate girtin. Birayê min û hemû şervanên dîl hatine girtin, li eniyê şer ên pêş bûn. Xelkê herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê diparastin."

Nesrînê her wiha got: "Fedakariya şervanan di şoreşa Rojava de ne vala bû, herêm û nasnameya jiyan hevbeş diparastin. 14 salan li hemberî aliyên ku hewldan herêmê parçe bikin û fitnê têxin navbera pêkhateyan, têdikoşiyan. Em dixwazin ku dîlgirtiyan bi lez serbest werin berdan û bang li gelê Rojava dikim bi taybet gelê Kurd ku ji bo serbest berdana dîlgirtiyan tev li xwepêşandanan bibin."

Yehya Ehmed Îso yê ji gundê Kevirê Dena yê Çilaxa got: "Birayê min Mihemed Emîn Ehmed Îso ji meha Çile ve li Dêrazorê dîl hatibû girtin. Şervan her tim parastina herêmê dikin. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê bi hezaran şehîd û birîndar bûn. Şervanên QSD`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne kes in, ew di şoreşa Rojava de sembola berxwedanê ne. Ez bang dikim ku hemû dîlgirtî bi lez serbest werin berdan."

(np)

ANHA