Li Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket; birîndar hene

Li pêşa benzînxaneya Qebaqîbî ya li Çerxerêya Agirkujiyê (Îtfaiyê) ya Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket. Li gorî agahiyên destpêkê hejmarek welatî birîndar bûne, hejmarek erebe şewitiye û agir bi avahiyan ketiye.

Li Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket; birîndar hene
Li Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket; birîndar hene
Li Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket; birîndar hene
16 nîsan, 2026   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku li pêş Benzînxaneya Qebaqîbî ya li nêzî Çerxerêya Agirkujiyê agir bi tankerek sotemeniyê ket. Dema ajokar hewl da xwe bigihîne navenda agirkujiyê ya nêzî agir belav bû, bi hejmarek erebe û avahiyên derdorê ket.

Ji ber şewatê zirarên curbicur çêbûn. Tîmên agirkujiyê lez da cihê bûyerê ku agir vemirînin û belav nebe. Li gorî agahiyên destpêkê hejmarek welatî jî birîndar bûne.

(fr)

ANHA