QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe ku di meha Tîrmehê de şehîd bûye, aşkera kir.

QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
20 tîrmeh, 2026   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku ji ber birînên xwe dihat dermankirin û roja 9`ê Tînmehê şehîd bûye, aşkera kir.

QSD`ê diyar kir ku şervanê wan Lewend Yildirim nimûneya wefadarî û fedakariyê bû û heta kêlika dawîn a jiyana xwe erkên xwe pêk anîn.

QSD`ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina şopa şehîdan da.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Navê Kod: Xalid Cûdî
Nav û Paşnav: Lewend Yildirim
Navê dayikê: Asil Han
Navê bav: Mahfûz
Cih û dîroka jidayikbûnê: 29.08.1994, Aydin
Cih û dîroka şehadetê: 09.07.2026, Qamişlo - Nexweşxaneya Şehîd Xebat

(k)

ANHA