Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
22 mijdar, 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, didome. 

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê da.

Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 8 caran li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî jî parêzeran di cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê disîplînê” yê ji bo 3 mehan ê nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî “cezayê” hatiye dayîn tu agahî nehatin parvekirin.

Malbata Rêber Abdullah Ocalan hevdîtina herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê Adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê Cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiribû ku tecrîd didome.