Avakirina rêveberiyeke bêalî li Xezeyê û biryara Dadgeha Ceza mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku Hemas pêşniyara Misirê ya avakirina rêveberiyeke bêalî li Xezayê qebûl kiriye û li formuleke agirbestê digere ku pergala xwe ya rêxistinî biparêze. Her wiha rojnameyan diyar kir ku biryara Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li dijî Netanyahu dê bibe destpêka nakokiyên der barê regezên cîhanê de ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk hatine.

Avakirina rêveberiyeke bêalî li Xezeyê û biryara Dadgeha Ceza mijarên rojnameyên erebî ne
22 mijdar, 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser helwesta Hemasê ya têkildarî aloziyên li Xezayê, her wiha Biryara Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li dijî Netanyahu.

‘PIŞTÎ WÊRANBÛNA XEZAYÊ HEMAS QEBÛL DIKE KU DEST JI DESTHILATDARIYÊ BERDE’

Rojnameya El Ereb der barê hewldanên agirbestê yên li Xezayê de wiha nivîsî: "Li gorî gotina serkirdeyekî tevgera Hemasê Xelîl El Heya, Hemas razî bûye komîteyek ji bo birêvebirina kar û barên Xezayê bê avakirin, lê bi şertê ku ew bi tevahî xwecih be. Ev pêşniyar berî niha ji aliyê Hemasê ve di dan û standinên berê de nehatibû pejirandin, ev jî hin pirsan dide pêş ku çima niha ew şert pejirandin, piştî wêrankirina Xezayê û koçberkirina niştecihên wê.”

Rojnameyê diyar kir ku Hemas niha li agirbestekê digere û wiha domand: “Çawa be bila bibe, ji bo parastina tişta ku ji pergala wê ya rêxistinî maye, nemaze piştî kuştina serokê ofîsa wê ya siyasî Yehya El Sinwar û serokê ofîsa derve Îsmaîl Heniye û hilweşandina pergala wê ya leşkerî. Hamas pêşniyara Misirê ya radestkirina rêveberiya Xezayê ji bo "rêveberiyeke bêalî" wek derfetekê dibîne da ku xwe ji vê arîşeyê xelas bike. Lê Îsraîl guh nade pêşniyara Misirê, lewma Îsraîl behsa avakirina herêmeke tampon li bakurê Xezayê dike. Her wiha Îsraîl plan dike ku kontrola leşkerî ya li ser Xezayê berdewam bike û hêzên xwe li herêmên li ser sînorê Misirê bihêle.

BIRYARÊN GIRTINÊ

Rojnameya El Exbar cih da biryara girtina serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê berê yê şer Yoav Galant. Rojnameyê îşaret pê kir ku ev biryar encamên zextên dewletên rojavayî, zextên DYAˈyê û zextên veşartî yên hikumeta Îsraîlê ne.

Rojnameyê îşaret pê kir ku rojnameyên rojavayî û yên Îsraîlê biryar wek "derbeyeke dîrokî li dijî pergala navneteweyî" nirxand. Hate destnîşan kirin ku dibe ev biryar nakokiyên di navbera hêzên rojavayî de kûrtir bike.

Têkildarî Hemasê jî hate gotin, Hemas biryar pêşwazî kir û wek "gaveke dîrokî ya girîng û sererastkirina rêya demdirêj a li dijî zilma dîrokî ya li ser gelê Filistînê" nirxand.

Rojnameya El Quds El Erebî biryara girtina Netanyahu wek ezmûna cîhanê şîrove kir û ev nirxandin kir: "Ev biryar dê bibe destpêka şerekî cîhanê yê mezin. Dê bibe şerê li ser mîrateyê ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ava bûye. Di heman demê de di serî de NY, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî di nava vî şerî de bin. Ev şer dê zelal bike bê ka gelo cîhan dikare van pergalan biparêze an jî dê hêzên hevbendiya Trump-Netanyahu wê bitemirîne?”