Bazirganekî madeyên hişbir hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî madeyên hişbir li bajarê Erîşayê yê kantona Cizîrê girt.

Bazirganekî madeyên hişbir hat girtin
22 mijdar, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê girtina bazirganekî madeyên hişbir de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî çavdêriya bi rojan a ji aliyê pisporên Beşa Têkoşîna li dijî Hişbirê ya bajarê Hesekê ve, operasyoneke serdegirtinê li bajarê Erîşayê hat lidarxistin. Di encama operasyonê de bazirganekî madeyên hişbir hat girtin û hezar û 185 hebên Captagon ên hişbir pê re hatin desteserkirin."

Li gorî daxuyaniyê, bazirgan li xwe mikur hat ku bazirganiya madeyên hişbir dikir û li ser vê yekê sewqî dadgehê hat kirin.

(bb)