Malbata şervanê QSD'ê: Em bi şehadeta şehîd Faris serbilind in

Şêniyên navçeya Til Hemîs a Qamişlo sersaxî da malbata şervanê QSD'ê şehîd Faris El Sefûk û gotin ew bi şehadeta wî serbilind in.

Malbata şervanê QSD'ê: Em bi şehadeta şehîd Faris serbilind in
1 mijdar 2023   17:35
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo konê taziyê yê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Lewend Til Hemîs (Faris Hamid El Sefûk) ku di 29'ê Cotmehê de li Dêrazorê şehîd bûbû, li gundê Safawiyê yê başûrê navçeyê vegirt.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên navçeyê û gundên wê û endamên saziyên sivîl, meclisan, hevrêyên şehîd û endamên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di serî de şervanê QSD'ê Aras Hesekê soza tolhildana şehîd û bilindkirina asta têkoşînê da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdullah El Salim got: "Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên têkbirina aramiya herêmê bi rêya hedefgirtina pêşengên herêmê yên ku li hember êrişên wê li ber xwe didin, didomîne."

El Salim banga hevgirtinê ji bo rêgirtina li ber siyasetên qirkirinê yên li dijî herêmê kir.

Her wiha, apê şehîd Faris, Elî El Hefel serbilindiya xwe ya bi şehadeta Faris nîşan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Faris hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

(mh/şx)

 ANHA