Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin

Di çarçoveya encamnameya kongreya "Xurtkirina ewlehiyê ber bi pêşxistin û sepandina hevbeşiyê li Dêrazorê" ya ku beriya demekê li Dêrazorê hatibû lidarxistin de, Meclisa Sivîl a Dêrazorê firneya sêyemîn li rojavayê Dêrazorê vekir. Her wiha çaverê ye hefteya bê firneyeke din, veke.

Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
Di çarçoveya kongreya Dêrazorê de firneyeke din hat vekirin
1 mijdar, 2023   18:20
DÊRAZOR

Komîteya Aboriya Civakî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê firneya El Teqwa li herêma El Hisan a rojavayê Dêrazorê bi beşdariya nûnerên komîteyê, endamên saziyên sivîl ên meclisê, rûspiyên herêmê û karmendên firneyê, vekir.

Rêveberên projeyê dan zanîn ku firne bi awayekî heftane dê 10 ton nan û rojane hezar û 650 kîlogram nan berhem bide û nan li herêma Hisan û gundên derdorê wek Cîa, Cinêne û Şeqra bê belavkirin.

Firne di çarçoveya pêkanîna encamnameya kongreya "Xurtkirina ewlehiyê ber bi pêşxistin û sepandina hevbeşiyê li Dêrazorê" de, hate vekirin. Kongre 22`yê Cotmehê ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristiyê û perwerdehî ya li herêmê hatibû lidarxistin.

Di aliyê xizmetguzariyê de gelek biryarên hatibûn girtin jê ji nû ve vekirina firneyên Rêveberiya Xweser, avakirina aşeke nû li Dêrazorê, zêdekirina para arvan, sererastkirina ruxsetên firne, stasyonên sotemeniyê û kargehan li gor qanûneke taybet a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku firneyek li herêma Dehlê ya Dêrazorê, yek li herêma Sor a bakurê Dêrazorê jî hatin vekirin û tê payîn roja şemiyê firneyek li herêma Seba Kîlo bê vekirin.

Di heman çarçoveyê de û bi armanca zêdekirina para herêmê ji arvan û zêdekirina arvanê embarkirî, Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê yekşema borî aşek nû çalak kir ku hejmara aşên li herêmê bû 3.

 (mh/şx)

 ANHA