Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî

Ji bo şervanê QSD’ê Egîd Cemal ku li Reqayê şehîd bû, merasîma xiyabî hat lidarxistin.Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
Ji bo şehîdê QSD’ê merasîma xiyabî
2 sibat, 2026   14:24
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê hêzên QSD`ê şehîd Egîd Cemal (Miseb Mihemed) ku di 20`ê Çile 2026’an li Reqayê şehîd bûbû, merasîmek xiyabî li dar xist.

Di merasîmê bi dehan şêniyên Tirbespiyê û bajarokên wê û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd Cemal hatibû daleqandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Nûredîn Şakir axivî. Nûredîn Şakir da xuyakirin ku şehîd Cemal xwe kire qurbanî ji bo gelê Rojava û Kurdistanê û mirovahiyê.

Nûredîn Şakir diyar kir ku komploya ku li ser Rojava hate kirin, berdewama Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Gelê me li hemberî vê yekê biryara berxwedanê li kêleka hêzên xwe da û ji piçûk û mezin tevî seferberiyê bûn. Em bi navê we hemûyan berxwedana ku hêzên me yên leşkerî didin meşandin, silav dikin. Rast e şer tenê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin, îro Rojava di Kurdistanê de bû parçeyê yekrêziya Kurdan.

Ji endamên Meclisa Leşkerî Çekdar Tirbespiyê destnîşan kir ku ew di hizûra şehîd Egîd û tevahî şehîdan de soz didin ku tola wan rakin û hesab ji her kesê ku destê wî di şehîdkirina hevalên me de heye bixwazin.

Çekdar da zanîn ku ew ê gelê xwe biparêzin û got: “Em li vir careke din dibêjin em ê gelê xwe bi tenê nehêlin û çi ji me were xwestin ji bo gel, welatê xwe hazir in ku canê xwe feda bikin."

Endama Kongra Star Xaliya Ehmed jî diyar kir ku bi sedan mîna şehîd Egîd xwe ji bo gel kir qurbanî û îro bi saya wan li her çar aliyên Kurdistanê gel ji bo Rojava li ser pêyan e.

Mela Ebdella Şêxo yê endamê Kongra Îslama Demokratîk jî got: “Dema ku em tiliyên xwe hildidin û dibêjin şehîd namirin, ev gotin Xwedayê dilovan di Qurana pîroz de dibêje, dibêje hûn laşê wî binax dikin, lê ew sax e, ne mirî ye. Şehadet ne mirin e, şehadet rûmet û jiyan e."

Bi navê malbata şehîd Egîd Cemal birayê wî Xalid Ehmed got ew şehadeta birayê xwe li tevahî Kurdistanê pîroz dikin û wiha dom kir: “Qelenê Kurdistanê xwîn e, em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Egîd Cemal hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(ex)

ANHA