Alîkariya mirovahî ji bo Kobanê 4 roj in tê astenkirin

Alîkariya ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ve ji bo Kobaniyê hatibû şandin ev 4 roj in bi boneya astengiyên Tirkiyeyê li sînorê Pirsûsê hatinê dorpêçkirin.

Alîkariya mirovahî ji bo Kobanê 4 roj in tê astenkirin
2 sibat, 2026   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ji bo Kobaniyê alîkariya mirovî berhev kir û 4 roj berê ber bi Kobaniyê ve derxist rê. Alîkariya ji 25 TIRan pêk tê li sînorê Pirsûs û Rihayê ji hêla leşker û polîsan ve hatin rawestandin. 

Di TIRan de ku kelûpelên pêdiviyên mirovîn, şîr û tiştên xwarinê heme hêj li heman cihî tên astengkirin. TIR ev 4 roj in li heman cihî ji aliyê leşker-polîsan ve hatine dorpeçêkirin. Dema xebatkarên çapemeniyê xwestin dîmenên TIRên alîkariyê bikişînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.