Li Tebqayê 9 lijneyên hilbijartinan hatin avakirin

Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Tebqayê li bajar û bajarokên kantonê 9 lijneyên hilbijartinan ava kirin.

Li Tebqayê 9 lijneyên hilbijartinan hatin avakirin
16 gulan, 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Amadekariyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo lidarxistina hilbijartinên şaredariyan (11 Hezîran) dewam dikin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan piştî ku 12`ê Gulanê dest bi wergirtina navên namzetan kir, kar û xebatên xwe lezandin.

Li gorî ragihandina endamê lijneya komîseriyê ya Tebqayê Enes El Mehmûd, di çarçoveya avakirina lijneyên hilbijartinan li bajar û bajarokan de, li kantona Tebqayê 9 lijneyên hilbijartinan ava kirine.

Li gorî madeya 24’an a beşa sêyemîn a Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lijneyên komîseriyê yên li kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinan ên li bajar û bajarokan in. Li gorî heman madeyê, ev lijne demkî ne û karê wan ji bo amadekirina hilbijartinan dest pê dike û piştî ku Komîseriya Bilind encamên hilbijartinan ragihandin, karê wan bi dawî dibe.

Li gorî beşa B a heman madeyê, lijneyên hilbijartinan ên bajar û bajarokan, li gorî qanûna komîseriyê û perspektîfên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, lijneya komîseriyê ya kantonê, kar û xebatên xwe dimeşîne. Hejmara sandoqan û rêbazên belavkirina wan û serokên navendên hilbijartinan diyar dike. Ji erka wê ye ku li giliyên li ser meşandina hilbijartinan di navendanên hilbijartinan de vegere û tedbîrên pêwîst di dema hilbijartinan de bigire.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11`ê Gulanê daxuyaniyek dabû û hilbijartin taloqî 11`ê Heziranê kiribûn.

(şx)

ANHA