Mafnasê ji Siwêdayê: Zêdebûna tundiyê parçebûnê kûr dike

Çalakvanê mafên mirovan û koordînatorê giştî yê Kongreya Îradeya Azad a Siwêdayê Osman Mihemed El Eysemî hişyarî da ku berdewamkirina tundiyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê dê parçebûna civakî kûrtir bike.

Mafnasê ji Siwêdayê: Zêdebûna tundiyê parçebûnê kûr dike
31 kanûn, 2025   02:35
SIWÊDA

Çalakvanê mafên mirovan û koordînatorê giştî yê Kongreya Îradeya Azad a Siwêdayê parêzer Osman Mihemed El Eysemî, li ser xetereyên zêdebûna tundî, sûc û binpêkirinên ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve li dijî civakên cûda yên Sûriyeyê têne kirin hişyarî da. El Eysemî ev kiryar wekî kiryrên tirsnak nîşan da ku aştiya sivîl û yekitiya welêt tehdît dike.

El Eysemî têkildarî zêdebûna tundiya li dijî civak û mezhebên li Sûriyeyê ji aliyê hêzên hikumeta demkî ve û zêdebûna zimanê nefretê, ji ajansa me re axifî û diyar kir ku 8`ê Kanûna 2024`an di dîroka Sûriyeyê de xalek girîng nîşan da. Ey Eysemî ew dîrok wekî destpêka dawiya serdemek dirêj a zilm û zordariyê bi nav kir, û destnîşan kir ku welatiyên Sûriyeyê wê demê hêvî dikirin ku dewletek li ser bingeha yekitiya neteweyî û mafên wekhev were avakirin.

El Eysemî diyar kir ku di rewşa heyî de tundiyê li dijî gelek civakên Sûriyeyê zêzde bûye, ji peravê bigire heya gundewarê Şamê, naverasta Sûriyeyê heya Siwêdayê. El Eysemî destnîşan kir ku van geşedanan tirsên van civakan zdetir kirine û neçar kirine ku ji bo parastina hebûn û ewlehiya xwe, garantiyên siyasî û îdarî yên berfirehtir, di nav de formên nenavendîkirinê an mafê çarenûsî, bixwazin.

Di nirxandina xwe ya li ser xwepêşandanên li herêma peravê Sûriyeyê û bersiva hêzên hikumetê de, El Eysemî diyar kir ku xwepêşandanên gel û bûyerên tundî û pevçûnan li hin deveran nebûna baweriyê nîşan didin. El Eysemî hişyarî da ku bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên aştiyane û bikaranîna çekan dikare deriyê pêvajoyeke nû ya pevçûnan veke û îhtîmala ketina nav pevçûnên berfirehtir zêde bike.

El Eysemî da zanîn ku berdewamiya vê nêzîkatiyê dikare rewşa siyasî û ewlehiyê tevlihev bike. Ev jî dê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê têxe hember krîzên nû û zextên navxweyî û derve.

Osman Mihemed El Eysemî diyar kir ku berdewamkirina rewşa heyî bêyî çareseriyeke bingehîn, dê bibe sedema zêdebûna parçebûn û bêaramiyê.

(k)

ANHA