Endamên PYD'ê: Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome

Endamên Meclisa Jinan a PYD'ê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ew tecrîd wek hedefgirtina îradeya gelên demokrasîxwaz û azadîxwaz bi nav kir. Endamên meclisê banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Endamên PYD'ê: Têkoşîna me dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome
31 kanûn, 2025   03:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê domandina tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Endaman diyar kir ku ev tecrîd hewldanên pêkanîna aştiyê û çareseriyên demokratîk li herêmê asteng dike.

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo tecrîd şermezar kir û got ku armanc jê dûrxistina rola fikrî û siyasî ya di rûniştandina nirxên demokrasî û aştiyê de û têkbirina rêbazên aştiyane yên çareserkirina pirsgirêkan e.

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo got ku eger tecrîd bidome aştî kêm dimîne ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna gelan jêdera îlhamê ye, nexasim têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê.

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo diyar kir ku têkoşîna jinan ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidome û got: "Azadiya wî bi azadiya gelan û jinan ve girêdayî ye û bingeha avakirina civaka demokratîk û adilane ya bi wekhevî û jiyana hevbeş e."

Emel Yasîn Husên jî got tecrîd ne tenê li ser şexsê Rêber Abdullah Ocalan, her wiha li ser projeya Aştî û Civaka Demokratîk e. Emelê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna rizgariya jinan û avakirina civaka exlaqî û siyasî bingehek bûn û domandina tecrîdê tê wateya kûrkirina krîzan û pêşîgirtina li rêbazên aştiyane yên çareseriyê.

Emel Yasîn Husên got tecrîd sûcekî qanûnî û mirovî ye û bêparhiştina Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên sereke li dijî qanûn û peymanên navneteweyî yên girêdayî girtiyên siyasî ye û got: "Bêdengiya navneteweyî dihêle dewleta Tirk tecrîdê bidomîne."

Emel Yasîn Husên bang li rêxistinên hiqûqî û civaka sivîl bi taybetî rêxistinên hiqûqî yên jinan kir ku xwedî li rola xwe derkevin û ji bo bidawîkirina tecrîdê bixebitin.

Sefa Nûrî Cehbo destnîşan kir ku têkoşîna jinan bi taybetî jinên Ereb bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: "Endamên Meclisa Jinan a PYD'ê xwe deyndarên Rêber Abdullah Ocalan dibînin. Em ê têkoşîna siyasî û civakî heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bidomînin."

Sefa Nûrî Cehbo bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku xwedî li berpirsyariya xwe ya qanûnî û exlaqî derkevin û ji bo bidawîkirina binpêkirinan tev bigerin.

(mh)

ANHA