Şêx Ilêwî: Bingeha îslamê jiyana di navbera pêkhate û olan de ye

Serokê Komeleya Ehlê Beytê ya kantona Tebqayê diyar kir ku nebûna lêvegerên olî yên nerm û bikaranîna olê ji bo armancên siyasî, bûye sedema belavbûna îdeolojiya tundraw. Her wiha diyar kir binyada îslamê li ser jiyana di navbera ol û komên etnîk de ye, wekî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin.

Şêx Ilêwî: Bingeha îslamê jiyana di navbera pêkhate û olan de ye
31 kanûn, 2025   05:50
TEBQA

Serokê Komeleya Ehlê Beytê ya kantona Tebqayê şêx Ednan Ilêwî çend sedemên belavbûna têgihaştinên şaş ên li ser îslamê nîşan dan; a herî girîng nebûna lêvegerên olî yên nerm û dûrxistina oldarên nerm. Ilêwî her wiha bikaranîna olê ji bo armancên siyasî ji hêla komên tundraw û partiyên îslama siyasî ve û nezanîna olê, perwerdeya îslamî ya qels û nebaş, wek sedem destnîşan kirin. 

Ednan Ilêwî diyar kir ku şert û mercên dijwar ên li Sûriyeyê, wekî şer, xizanî û koçberî roleke neyînî ya girîng lîstine û hin ciwan kirine qurbaniyên hêsan ên îdeolojiyên tundraw.

Ilêwî bal kişand ser rola medya û platformên medyaya dîjîtal ên nekontrolkirî di belavkirina fetwayên çewt û zimanê gurkirinê de ku bû sedema xurtkirina van têgihaştinên şaş.

Ednan Ilêwî diyar kir ku niha ji her demê bêtir girîng e ku oldarên pêşeng ên misilman li Sûriyeyê û cîhana îslamî ya berfireh bicivin û çarçoveyeke olî ya zelal bi pêş ve bibin ku tekfîr, tundrawî û tundiya ku bi navê olê tê kirin, sûcdar bikin.

Ilêwî da zanîn ku îslam berî sîstemek rêveberiyê be, ew oleke reform û avakirinê ye. Ew ji bo avakirina mirovahiyê, paqijkirina exlaqê, pêkanîna edaletê û parastina rûmeta mirovan hatiye. Di Îslamê de desthilatdarî amûreke ji bo xizmetkirina gel e, ne armanceke bi serê xwe ye, berpirsyariyeke exlaqî ye, ne amûreke ji bo serdestiyê ye. Ilêwî destnîşan kir ku gelek kesan şaş kirine û Îslamê veguherandine projeyek desthilatdariyê de, ku wêneya wê xera kiriye û mirovan jê dûr xistiye.

PEYAMA KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK

Ednan Ilêwî diyar kir ku peyama Kongreya Îslama Demokratîk ew e ku Îslam olek edalet, dilovanî û hevjiyanê ye, û bi nirxên azadî, rûmeta mirovan û pirrengiyê re hemaheng e. Di nav armancên herî berbiçav ên kongreyê de rastkirina têgihiştinên xelet ên li ser Îslamê, pêşxistina gotûbêjên olî yên nerm, û têkoşîna li dijî îdeolojiya tundrew bi hemû şêweyên wê, bi rêya hewildanên ramyarî, civakî û hişyarkirinê.

Ilêwî diyar kir ku nirxên hevjiyana olî bi zelalî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne pêkanîn, ku ol, mezheb û netewên cûda bi aştiyane dijîn, hemû cihên îbadetê têne rêzgirtin û parastin, mirov rêûresmên xwe yên olî bi azadî bêyî cudahî pêk tînin. Ev model bingeha ayeta "Ola te heye û ola min heye" û gotina pêxember Muhammed a ku dibêje "Her kesê ku zirarê bide kesekî nemisilman, zirar daye min" nîşan dide.

(k)

ANHA