Macron Trump bi xerakirina NATOˊyê tawanbar kir

Macron Trump bi helwestên neasayî yên ku gumanan li ser pabendbûna Washingtonê çêdike, tawanbar kir ku NATOˊyê qels dike û hişyarî da ku ev yek di nav krîzên navneteweyî yên zêdebûyî de aramiya NATOˊyê xera dike.

Macron Trump bi xerakirina NATOˊyê tawanbar kir
2 nîsan, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro hempîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump, bi "derxistina gumanên rojane li ser pabendbûna wê" di nav hevpeymaniyê de tawanbar kir ku NATOˊyê xera dike.

Macron di serdana xwe ya paytexta Koreya Başûr de got, "Ger em her roj gumanan li ser pabendbûna xwe biçînin, em wê xera dikin. Ev berpirsiyariyek e ku rayedarên Amerîkî îro hildigirin dema ku ew her sibeh dibêjin, 'Em ê vê bikin, em ê wê nekin,' an tiştek din."

Macron da zanîn ku "Gelek axaftin, gelek dudilîtî heye. Em hemû hewceyî aramiyê û vegera aştiyê ne; ev ne pêşandan e."

Der barê NATOˊyê û her wiha şerê li Rojhilata Navîn de, Macron destnîşan kir ku "divê em cidî bin û dema ku em cidî bin, em berevajî tiştê ku me roja berê gotibû nabêjin" bi vê gotinê îşaretê bi helwestên Trump dike.

(fr)