Guterres: Divê şerê li Rojhilata Navîn tavilê were rawestandin

Sekreterê Giştî yê NYˊyê li ser metirsiya veguhertina şerekî berfireh li Rojhilata Navîn hişyarî da û daxwaza rawestandina tavilê ya êrişên di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de kir.

Guterres: Divê şerê li Rojhilata Navîn tavilê were rawestandin
2 nîsan, 2026   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres îro hişyariyek giran der barê pêşketinên bûyerên li Rojhilata Navîn de da û destnîşan kir ku herêm li "ber şerekî berfirehtir" e ku dibe ku bandorên wê li ser cîhanê hebin.

Sekreterê Giştî daxwaz kir ku êrişên ku hem ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hem jî Îsraîlê ve li dijî Îranê tên kirin, û her weha êrişên ku ji aliyê Îranê ve li dijî cîranên wê tên kirin, tavilê werin rawestandin. Sekreter anî ziman ku pêdivî ye ku berî ku şer ji kontrolê derkeve ev alozî were kontrolkirin.

Guterres li Navenda NYˊyê li New Yorkê ji rojnamevanan re got, "Em li ber şerekî berfirehtir in ku dikare Rojhilata Navîn bigire nav xwe û bandorên cidî li cîhanê bike."

(fr)