Macron: Em ê dilsozê şervanên azadiyê yên Kurdan bin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron Kurd bi gotina 'şervanên azadiyê' pênase kir û diyar kir ku wê dilsozê wan bin.

Macron: Em ê dilsozê şervanên azadiyê yên Kurdan bin
6 ÇILE, 2025   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANFˋê, Macron di civîna bi sefîrên bilind ên Fransayê re ji bo rêveberiya HTŞ'ê ya li Şamê li ser desthialtdariyê hatiye bicihkirin got, "Nêrîneke ku li guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê nayê."

Serokkomar di konferansa ji bo sefîrên bilind de ya li Parîsê destnîşan kir ku Fransa wê 'ji bo dema dirêj' piştgirgiyê bide derbasbûneke Sûriyeyê ya serwer a 'hurmetê nîşanî pirrengiya olî, siyasî, etnîkî û azadiyê dide'.

Macron soz da ku 'dilsozê şervanên azadiyê yên mîna Kurdan' be ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û terorê têkoşiyan.