Macron: 26 dewletan piştgiriya dabînên ewlehiyê ji Kievê re kir

Macron ragihand ku hindek maye gavên dawîn ên ji bo piştgiriya dabînên ewlehiyê yên ji bo Ukraynayê bi dawî bibin. Macron aşkera kir ku 26 dewletan soz daye ku di çarçoveya agirbesta muhtemel de ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de dê tev li “hêza aramkirinê” bibin.

Macron: 26 dewletan piştgiriya dabînên ewlehiyê ji Kievê re kir
4 îlon, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna dewletên piştgirên Kievê, serokê Fransayê Emmanuel Macron aşkera kir ku wî bi hempîşeyê xwe yê amerîkî Donald Trump re bi telefonê axiviye û destnîşan kir ku di rojên bê de, di mijarên dabînên ewlehiyê yên ji bo Ukrayanyê de ku dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgiriya wan bike, gavên dawîn mane.

Macronê ji rojnamevana re axiviye got: “Em bi serok Trump re axivîn. Encamên peywendiyê hêsan in ku di rojên bê de der barê piştgiriya Amerîkayê de gavên dawîn mane. DYA, wek min gotiye, tev li her pêvajoyekê bû.”

Macron ragihand ku 26 dewletên cuda di nav de ewropî hene, soz dan ku di çarçoveya agirbesta muhtemel de ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de, dê tev li “hêza aramkirinê” bibin û hêzên xwe li Ukraynayê belav bikin.  

Macron ji rojnamevanan re aşkera kir ku armanca vê hêzê “ne ku şerê Rûsyayê bike” û heke Moskov “redkirina sepandina aştiyê” li Ukraynayê bidomîne, ewropî dê bi koordîneya “DYA” cezayên din lê bibirin.

(şx)