Şilêr Cafê Pirtûkxane li Qamişloyê hat vekirin

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhillatê Sûriyê li Navenda Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamilo, Şilêr Cafê Pirtûkxane vekir. Pirtûkxane 7 hezar û 500 pirtûkên bi zaravayên Kurdî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî, Almanî pêşkêşî xwîneran dike.

4 îlon, 2025   23:06
QAMIŞLO

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhillatê Sûriyeyê li Navenda Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamilo yê katona Cizîrê, Şilêr Cafê Pirtûkxane vekir. 

Pirtûkxaneya Şilêr li salona merasimê ev peyam parve kir, “Li dilê bajarê Qamişloyê, li vir, li cihê ku rojekî qedexe bû; em vî cihî ji nû ve vedijînin da ku hêjayî gelê me be. Me dîwarên bêdengiyê, tije pirtûk kirin û maseyên tirsê veguherandin maseyên diyalog û xwendinê, ku Şilêra me bibe nîşana cihêrengiya çandî”.

Hezkiriyên wêjeyê, nivîskarên serbixwe, desteyên çandê û wêjeyê yên kantona Cizîrê, mamosteyên beşa wêje yên Zanîngeha Rojava, rêveber û endamên HRRK’ê, rêveber û xebatkarên Rêveberiya Xweser, endamên Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr, saziyên ragihandinê beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Piştî rêzgirtina ji giyanê şehîdan re Rêveberê Pirtûkxaneya Şilêr Raman Hisên bixêrhatina mêvanan kir. Hisên diyar kir ku xewnek bû ku Kurd tîpek zimanê xwe binivîsin û bi Kurdî bixwînin û wiha domand: “Îro em gihişte asta pirtûkxaneyeke vekin. Çapxaneya Şilêr bi derfetên herî kêm xwe ava kir û îro 870’ê pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî çap kirine. Hebûna we jî me xurt dike ku dihêle em gavên xurttir biavêjin.” 

Rêveberê Pirtûkxaneya Şilêr û nivîskar Ciger Efrîn jî bixêrhatina mêvanan kir û wiha axivî: “Li vir şoreşek pêk hat, lê wêjeya wê tune ye, îro em dixwazin wêjeya şoreşê ava bikin. Xebatên îro tên kirin bi saya xwîna şehîdan e. Em minetdarên keda wan in. Armanca me ew e ku em ciwanên xwe fêrî xwendin û wêjeya Kurdî bikin. Ji ber ku me zimanên biyanî pir xwendin. Êdî dema Kurdî ye.”

Piştî axaftinan Koma Kevneşop a Dengbêjiyê ya herêma Dêrikê hinek dengbêjî gotin. Endamên komê pirtûkxane li Rêber Abdullah Ocalan û kesên amede pîroz kirin.

Piştî dengbêjiyê wêjevan Salihê Heydo û dayîka şehîd Ehmed, Ranya Mihemed Seid deriyê Pirtûkxaneya Şilêr vekirin. Salihê Heydo vekirina pirtûkxaneyê pîroz kir. Dûre mêvan derbasî pirtûkxaneyê bûn û li pirtûkan nêrîn.

Li Pirtûkxaneya Şilêr beşên (Zarok, Soranî, Roman, Çîrok, Îngilîzî, Almanî, Tirkî, Floklor, Dîrok, Lêkolîn, Helbest û Pexşan, Jînenîgarî, Ziman, Wêje, Ferheng, Şano, Ziman û Ferheng – Erebî, Jin û Zarok, Zanist, Erdnîgarî, Tendirûstî û Bijîşkî, Ol, Lêkolînên Wêjeyî, Qanûn, Mûzîk, Huner, Felsefe, Derûnî, Lêkolînên Sosyalîzmê, Lêkolînên Siyasî, Cins, Polîtîka, Civaknasî, Lêkolînên Giştî) hene. Di heman demê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan jî di refên pirtûkxaneyê de cih digirin. Bi giştî 7 hezar û 500 pirtûk, ji wana 765 pirtûk bi zaravayên Kurdî, 70 bi zimanên biyanî, 7 hezar û 95 pirtûk jî bi zimanê Erebî tê de cih digirin. Ji wana 870 pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî yên berhemên Çapxaneya Şilêr in.

Dê Pirtûkxaneya Şilêr deriyê xwe ji xwîneran û semînervanan re veke û bibe cihê hezkiriyên xwendinê. Di heman demê de pirtûkxane bi şêweyê kafeyê ye.

(bî)

ANHA