Hikmet El Hicrî banga berdana revandiyan kir

Serokê Ruhanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî bi daxuyaniyekê teqezî bi mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe da û banga berdana revandiyan û vegerandina gund û zeviyên talankirî kir.

Hikmet El Hicrî banga berdana revandiyan kir
4 îlon, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx Hikmet El Hicrî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de şêx El Hicrî teqezî bi mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê da û banga berdana revandiyan, vegerandina gund û zeviyên talankirî û parastina sivîlan kir.

El Hicrî silavên xwe pêşkêşî xwediyên qurbaniyan ên ku xwe ji bo doza taîfeyê feda kirine, kir. Her wiha selametî ji birîndaran re xwest û diyar kir ku pirsgirêka revandiyan pirsgirêkeke mirovî ye.

El Hicrî diyar kir ku rola rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan di avakirina gundên wêranbûyî de, gelek girîng e.

El Hicrî bang li taîfeyê kir ku li hemberî zehmetiyan bisekinin û karûbarên herêma xwe bi xwe bi rê ve bibin û got ku piraniya sûcên li dijî taîfeyê hatine kirin, berdewamkirina vekişîna komên çekdar ji gundên dagirkirî hatine belgekirin.

El Hicrî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), dewletên koalîsyona Ewropayê, Kurd û Elewiyan spas kir, ji ber ku piştgiriya tafîeyê kirin.

El Hicrî di dawiya daxuyaniyê de got ku mafê diyarkirina çarenûsê, mafekî rewa û pîroz e û ew ê ji bo misogerkirina pêşerojeke ewle û birûmet têkoşînê bidomînin.

(mh/şx)