HPG: Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar ku li herêma Zapê di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn.

HPG: Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin
9 îlon 2024   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyniyêk di derbarê çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de weşand.

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

6'ê Îlonê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li dagirkeran werdan ku di nava liv û tevgerê de bûn. Piştî destwerdana hêzên me liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

7'ê Îlonê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

8'ê Îlonê saet di 07.15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

6'ê Îlonê saet di 07:00 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

7'ê Îlonê saet di 05:26'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin.

9'ê Îlonê saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9'ê Îlonê saet di 03:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hat xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin.

9'ê Îlonê saet di 04:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

8'ê Îlonê saet di 23:53'ê de li Qada Berxwedanê ya Sergelê li derdora Pira Gundê Kevne Mijê komek ji leşkerên Tirk ên dagirker ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. Tîmên me yên gerîla yên profesyonel ên bi tevger ku hêzên dagirker xistin bin kontrola xwe, kemîn danîn pêşiya van dagirkeran. Ji cihekî nê ve li dagirkeran hate xistin û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji dagirkerên hatin cezakirin navê wî Mûhammed bû.

Piştî ku yekîneya dagirker derba giran xwar, qada çalakiyê 9'ê Îlonê saet di 00:30 û 00:35'an de bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin. Piştre jî bi helîkopterên êrîşê qad hate bombekirin û artêşa dagirker bi helîkopterên Skorsky 2 caran mirî û birîndarên xwe ji qadê bir. Qada çalakiyê heta serê sibehê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û hêzên PDK'ê ve bi çekên giran hate bombekirin.

Li Herêma Xakurkê;

7'ê Îlonê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Lolanê hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li Herêma Metînayê;

8'ê Îlonê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku di nava liv û tevgerê de bûn û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

7 û 8'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 6 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

6 û 7'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

6, 7, 8 û 9'ê Îlonê li Herêma Xakurkê qadên Lolan, Şehîd Şerîf, Xinêreya Jor, Sîdekan, Kendekola, Berbizinê 10 caran, li Herêma Garê qadên Şiyê, Deşta Nehlê, Deşta Kafya, Girê Sîser, Dêreşê, Girê Kun 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî 12 caran, li Herêma Qendîlê qadên Zergelê, Newrozê û Girê Şehîd Berxwedan 7 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 43 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8 û 9'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf û Lolanê 7 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Serê Metînayê 10 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê FM'ê 5 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."