Lubnan li dijî Îsraîlê giliyek ji NY′yê re rakir

Lubnanê li dijî Îsraîlê der barê êrişa li dijî Dahiya başûrê Beyrûtê de giliyek ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re rakir.

Lubnan li dijî Îsraîlê giliyek ji NY′yê re rakir
5 ÇILE, 2024   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Weteniye ya Lubnanê di giliyê de hate gotin ev êriş kiryarekî xeternak e, ji 2006′an de ev cara yekemîn e êrişek wiha pêk tê, ji ber ku vê carê li dijî herêmeke tê de gelek şênî hene; li Dahiya Beyrûtê, pêk hat.

Balafireke bêmirov di vê hefteyê de Dahiya başûrê Beyrûtê bombebaran kir, di encamê de cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Salih El Arorî hate kuştin.

Ajansa Weteniye ya Lubnanê anî ziman ku di giliya Lubnanê de hate diyarkirin ev êrişa ji aliyê Îsraîlê ve binpêkirina serweriya Lubnanê, ewlehiya xak, welatiyên wê û tevgera firîna balafirên sivîl e û mijareke bifikar e, ji ber, dibe ku ev yek fireh be, ewlehî û aştiya herêmê tevlihev be.

Lubnanê di giliya xwe de bang kir ku êrişê şermezar bikin û zextê li Îsraîlê bikin ku êrişên xwe bi dawî bike, da ku herêm bi tevahî nekeve nava şerekî giştî û wêranker.

(fr)