PDK’ê rê nade parêzer Silêman Ehmed bibînin

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir ku tawanên li dijî muwekîlê wan ne rast in û got asayîşa PDK’ê rê nade ku ew muwekîlê xwe bibîne.

PDK’ê rê nade parêzer Silêman Ehmed bibînin
6 ÇILE, 2024   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd der barê rewşa muweklîlê xwe û astengiyên li pêşiya wan de ji ANHA’yê re axivî. Narîman Ehmed da znaîn ku tawanên li dijî Silêman Ehmed ne rast in û got: "Silêman bi awayekî fermî çû Rojava û bi fermî ji Rojava vegeriya, belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene. Heta roja hat revandin jî tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune bûn."

Reşîd da zanîn ku destpêka Silêman Ehmed hat revandin, wan ekîbeke parêzeran ava kir da ku li ser dosyaya Silêman Ehmed bisekinin û hevdîtin bi asayîşa Dihokê re pêk anîn.

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed têkildarî hevdîtina bi asayîşa Dihokê re got: "Berî em asayîşa Dihokê bibînin gotin Silêman li cem wan e. Dema me serî li asayîşa Dihokê da rê neda em muwekîlê xwe bibînin û îdia kir ku Silêman ne li cem wan e."

Narîman Ehmed Reşîd îşaret pê kir ku hin girtiyên di girtîgeha Silêman Ehmed de yên hatin berdan diyar kirin ku Silêman li cem asayîşa Dihokê ye.

’ZEXT LI PARÊZERAN TÊN KIRIN’

Parêzer Reşîd destnîşan kir ku wan ji bo dîtina Silêman Ehmed destûr ji dadwer wergirtine, dosya hatiye vekirin û parêzer hatine erkdarkirin, lê zext li wan têne kirin.

Parêzer bi domdarî got:"Wekî parêzer me gelek caran serî li asayîşa Dihokê da, lê rê nadin em wî bibînin. Li gorî qanûnan dibe parêzer piştî 24 saetan ji binçavkirinê muwekîlê xwe bibînin, lê asayîşa PDK’ê qanûnên Iraq û herêma Kurdistanê bi cih nayîne. Ji vê zêdetir me xwe gihand gelek aliyên navneteweyî û me wan agahdar kir ku li ser vê dosyayê bisekinin. Me xwe gihand Neteweyên Yekbûyî da ku zextê li hikumeta herêma Kurdistanê bike ji bo em karibin muwekîlê xwe bibînin."

’ASAYÎŞA DIHOKÊ BI AWAYEKÎ QANÛNÎ NÊZÎ PARÊZERAN NABE’

Reşîd diyar kir heta niha aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn û asayîşa Dihokê bi awayekî ne qanûnî û ne li gorî hiqûq û peymanên navneteweyî nêzî parêzeran dibe.

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 25’ê Cotmehê dema ji serdana malbata xwe ya li Rojava vedigeriya ser kar xwe, li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin. Ji wî rojê heta niha tu agahî ji Silman Ehmed nayê girtin.

ANHA