′Gelek gumanbarên teqînên li Kirman hatin girtin′

Wezîrê Karên Hundirîn ê Îranê ragihand ku hêzên ewlehî hejmarek gumanbarên ku tê texmînkirin peywendiya wan bi her du teqînên li Kirman re heye, girtine.

′Gelek gumanbarên teqînên li Kirman hatin girtin′
5 ÇILE, 2024   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundirîn ê Îranê Ehmed Wehîdî der barê her du teqînên ku nêzî gora Qasim Silêman ya li parêzgeha Kirman pêk hatin de daxuyaniyek belav kir.

Ehmed Wehîdî diyar kir ku hêzên ewlehî hejmarek gumanbarên ku tê texmînkirin peywendiya wan bi her du teqînên li Kirman re heye, girtine, lê hejmar û netewên wan diyar nekir.

Hêjayî gotinê ye ku serokê servîsên lezgîn ê welatê Îranê Cafer Mîadfar roja pêncşemê di televîzyona dewletê de der barê bîlançoya dawî ya teqînên di 3’ê mehê de li Kirman çêbûyîn de axivî û got: “Li gorî daneyên dawî 84 kes mirine, her wiha 284 kes birîndar bûne ku niha 195 kes hê li nexweşxanê tên dermankirin.”