Lloyd Austin hefteya bê diçe Îsraîl, Qeter û Behreynê
Pentagonê ragihand ku wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî çend rojan dest bi gerekê li Rojhilata Navîn dike û di gerê de dê bi serokên Îsraîl, Qeter û Behreynê re bicive.
![Lloyd Austin hefteya bê diçe Îsraîl, Qeter û Behreynê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202312/image_870x_657962a146f55.jpg)
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî çend rojan dest bi gerekê li Rojhilata Navîn dike. Di wê gerê de bi serokên Îsraîl, Qeter û Behreynê û hêzên Amerîka yên li herêmê re dicive.
Berdevkê Pentagonê Patick Ryder ev agahî di civîneke çapemeniyê de parve kir.
Ryder got: "Austin dê hefteya bê biçe Rojhilata Navîn, ji bo ku bi serokên Behreyn, Qeter û Îsraîlê re bicive. Dê bikare bi hêzên me yên li wir re jî bicive."
Ryder wiha domand: “Çalakiyên Hûsiyan (Ensarûllah) îstiqrarê têk dibin, xeternak in. Diyar e ku qanûnên navneteweyî binpê dikin.”
(şx)