Guhertinên girîng di Hevpeymana Civakî de

Li gorî Heypeymana Civakî ya nû, Rêveberiya Xweser navê xwe guherand, her wiha dadgeheke destûrî ji bo parastina hevpeymanê tê avakirin.

Guhertinên girîng di Hevpeymana Civakî de
13 kanûn 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevpeymana Civakî ya nû, Rêveberiya Xweser navê xwe guheradn û bû ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’. 

Êdî herêmên Rêveberiya Xweser yek herêm e û ji 7 kantonan pêk tê.

Di hevpeymanê de, guhertinên nû di sazûmaniyên şaredariyan de çêbûne, dê Desteya Şaredariyan bê guhertin û bibe Kombûn û Yekitiya Şaredariyan.

Di hevpeymanê de navê Meclisa Giştî bû Meclisa Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her wiha li gorî peymanê dê hin saziyên din wekî Saziya Çavdêriyê ku girêdayî Meclisa Gelan be, bê avakirin.

Di hevpeymana nû de, ‘Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî’ û ‘Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî’ dê bên avakirin.

(şx)