Aşkerabûna îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa tevgerên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê, rewşa Iraqê û êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor û Îsraîlê kir.

Aşkerabûna îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
13 kanûn, 2023   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê tevgerên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê de nûçeyek parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku ji Sûriyeyê vekişe, şert danîne. Wan şertan îdiayên wê yên nerast ku ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ji Kurdan li bakurê Sûriyeyê, aşkera kirin. Lê belê sedema sereke, hegemonyaya xwe li desthilata Sûriyeyê bi rêya alîgirên xwe, xurttir bike.

Wezîrê parastinê yê Tirk Yaşar Guler got ji bo ku welatê wî hêzên xwe ji bakurê Sûriyeyê bikişîne, divê oposîzyon bi hikumetê re li ser destûreke nû li hev bike û hilbijartin pêk werin.

‘BLOKÊN SUNNÎ NAMZETÊ XWE YÊ SEROKATIYA PARLAMENTOYÊ DIYAR NEKIR’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat da zanîn ku ji nav 7 namzetên ji bo serokatiya parlamentoya Iraqê, yê herî bi şans serokê berê yê parlamentoyê û namzetê Hevbendiya Ezm Mehmûd El Meşhedanî ye. Ji ber ku blokên sunnî heta niha li ser namzetekî li hev nekiriye, tevî ku serokatiya parlamentoyê para Ereb-sunniyan e, lê belê wê pûsuleya xwe ji dest dide. Êdî nikare rê li pêşiya destwerdana hêzên siyasî yên din bigire, nemaze Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe.

‘HÛSIYAN LI ROJHILATA NAVÎN DENG VEDA’

Têkildarî êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyan li Deryaya Sor, tora El Hura diyar kir ku koma Hûsiyan a Yemenê ku moşekan diavêje Îsraîlê û êrişî keştiyên di Deryaya Sor re derbas dibin dikin, li Rojhilata Navîn deng vedane. Bi hegemonyaya li herêmê ava dikin, dikarin hêza xwe li hundir mezintir bikin.

Li gorî torê, hemwextî wê xelkê li Rojhilata Navîn, pesna Hûsiyan dide ku hêza herêmî ya yekane ye ku dixwazin li hember Îsraîlê bisekinin.

(şx)