`Azadiya me bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye`

Jinan diyar kir ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî û aramî çêbibe, divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.

`Azadiya me bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye`
6 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO

Jinên ji bajarê Amûdê got, dewleta Tirk di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tu gav ne avêtine û divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe heyanî ku aramî û aştî li Rojhilata Navîn çêbibe.

Mura Zoro têkildarî pêvajoyê wiha got: ’’Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û bi edalet pirsgirêka Kurd çareser bibe, israr dike. Dewleta Tirk mafê hêviyê nade Rêbertî û hemû bangên ji bo aştiyê paşguh dike.’’

Şêrîn Derbas jî got: ’’Rêber Apo û gerîla ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk gelek gav avêtin, lê dewleta Tirk li şûna gav bavêjê li hemberî gelê Kurd ê Sûriyeyê dest bi şer kir û heyanî niha dixwaze navbera pêkhateyên Sûriyeyê tevlîhevî û şer çêbibe.’’

Dîlber Şakir anî ziman ew daxwaza azadiya fîzîkê ya Rêber Abdullah Ocalan dikin û ev li gotinên xwe zêde kirin ’’Azadiya me bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Eger Rêbertî fîzîkî azad bibe wê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.’’

(np)

ANHA