Li Zap, Metîna , Xakurk, Gever û Qendîlê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna, Xakurkê û Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî lidar xistin e.

Li Zap, Metîna , Xakurk, Gever û Qendîlê çalakiyên gerîla
18 hezîran 2024   13:23
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyêkî nivîskî ragihand ku Gerîlayên Azadiyê li Zap, Metîna, Xakurkê û Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî lidar xistin e.

Daxuyaniya bi vî rengî ye:          

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

13'ê Hezîranê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

14'ê Hezîranê saet di 06:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî û giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan sîstema kamera ya mobesse bi cih bikin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

15'ê Hezîranê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Hezîranê saet di 17:47'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

13'ê Hezîranê saet di 19:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

15'ê Hezîranê saet di 00:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

16'ê Hezîranê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

15'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin

15'ê Hezîranê saet di 23:30'î de bi çekên nîv otomatîk li helîkopterên êrişê hate xistin ku bombe li Qada Berxwedanê ya Şêlazê dibarandin.

Li Herêma Xakurkê;

17'ê Hezîranê saet di 09:20 û 16:10'an de li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Li Herêma Geverê;

12'ê Hezîranê li Qada Geliyê Oremarê sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

 Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

13'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Di 13 û 14'ê Hezîranê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, carekê jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

13 û 16'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 13-18'ê Hezîranê de li Herêma Qendîlê qadên Girê Casûsan, Girê Roj 2 caran, li Herêma Garê qadên Girê, Deriyê Hirçê, Zêvkê û Zengilê 6 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Bazê, Şêlazê 10 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Kendakola, Girê Berbizinê 6 caran, li Herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 30 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16 û 17'ê Hezîranê Herêmên Metîna û Xakurkê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."