Li peravên Îtalyayê 11 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 60 kes winda ne

Li peravên Îtalyayê du keştiyên  ku ji kapasîteya wan zêdetir penaber di wan de bûn binav bû di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji 60 kesan zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li peravên Îtalyayê 11 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 60 kes winda ne
18 hezîran 2024   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li başûrê Îtalyayê du keştiyên ku penaber tê de qeza kirin, hate diyarkirin ku di encama vê bûyerê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 60 kes jî winda ne. 

Rêxistinên sivîl ên civakî ku ragihandin cenazeyên 10 penaberan hatine dîtin, dan zanîn ku xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li gorî nûçeya qenala Rainews24 a Îtalyayê keştiya ku 100 mîl li perava herêma Kalabriya ya başûrê welat bûye û penabet têde bûne noqî avê bûye. 12 penaberên hatin rizgarkirin anîn ziman ku herî kêm 50 kesên di keştiyê de windabûne. Hate diyarkirin ku li herêmê ji bo windayan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin. Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê jî diyar kir ku ji 12 kesên hatin xelaskirin yek piştî derketiye bejahiyê jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Goçê ya Navnetewî (IOM) û UNICEF’ê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke hevpar dan û dan zanîn ku keştî ji Tirkiyeyê û Libyayê bi rê ketiye û penaberên ji Sûriye, Misir, Pakîstan û Bangladeşê têde bûne.

Qezaya duyemîn jî nêzî 200 kîlometreyan rojhilatê herêma Calabria ya Îtalyayê çêbû.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) kom kirine, li Akdenîza Navîn ji serê salê heta 17’ê hezîranê 749 penaber di behrê de winda bûne.