Li Yemenê 4 balafirên bêmirov û mûşekek hatin xistin    

Fermandariya Navendî ya DYA’yê ragihand ku li Yemenê 4 balafirên bêmirov û mûşekek xistine xwarê.

Li Yemenê 4 balafirên bêmirov û mûşekek hatin xistin    
14 adar, 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) de ku li ser hesabê xwe yê X’ê weşandiye, hate gotin li Yemenê 4 balafirên bêmirov û mûşekek ji erd bo hewa xistine xwarê.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "13’ê Adarê saet di navbera 02.00 û 16.50’an de li gorî dema dema Sanayê, Hûsiyan ji herêmên di bin kontrola xwe de moşekeke balîstîk a li dijî keştiyan avêt Kendava Edenê. Zirarên canî û yên madî çênebûn. Piştre CENTCOM’ê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de 4 sîstemên hewayî yên bêmirov û mûşekek ji erd bo hewa, îmha kirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev çek xetereyeke mezin li ser keştiyên bazirganî û keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê yên li herêmê çêdikin.

(eg/bb)