Partiya El Weten ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî bang kir

Partiya El Weten a Sûriyeyê bi boneya salvegera 13’an a aloziya Sûriyeyê daxuyanî da û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî banga diyalogan kir.

Partiya El Weten ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî bang kir
14 adar, 2024   15:15
HESEKÊ

Partiya El Weten a Sûriyeyê bi boneya salvegera 13’an aloziya Sûriyeyê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê li ber avahiya partiyê ya li taxa Kelasê ya li Hesekê hat xwendin. Endamê partiyê Eyhem Şêxan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi wesîleya salvegera 13’an a şoreşa Sûriyeyê ya ku nîşaneyên wê bi Serhildana Qamişloyê ya 12’ê Adara 2004’an a li hemberî rejîma despotî derktin, em tevahî sûriyeyên azadîxwaz ên ji bo pêkanîna armancên xwe yên ji bo azadî û demokrasiyê israr dikin, silav dikin. Her çiqasî ku armancên şoreşê hîna pêknehatibin jî lê destkeftiyên dîrokê bi xwe re anîn ku divê werin parastin. Ev destkeftî bawerî da gel û ya din jî taboyên raman û siyasetê şikand.  Em di wê baweriyê de ku pusuleya gel şaş nabe. Rêberiya dîrokî ew e ya ku li aliyê gel û berjewendiyên wî be. Em bi bi daxwazên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê re ne. Em bang li tevahî welatparêz, dildar û hêzên siyasî dikin ku nakokiyan berdin dest bidin hev û bi hev re kar bikin da bibin layiqî fedekariya gelê xwe.

Her wiha em bang li hêzên navdewletî dikin ku li kêleka gelê Sûriyê bisekinin, ji bo pêkanîna daxwazên wan ên rewa, bo guherîna demokratîk û pêkanîna aşîtî û ewlehî û rumetê. Em soz didin şehîdên xwe û girtiyên xwe ku li ser rêya wan bin ta pêkanîna armancên ku ji bo wê canê xwe feda kirin.”

ANHA