Li Yemenê 20 endamên Meclisa Veguhêz a Başûr hatin kuştin

Çavkaniyên leşkerî û tenduristî diyar kir ku hêzên koalîsyonê bi serperiştiya Erebistana Siûdî li dijî xalên leşkerî yên hêzên Meclisa Veguhêz a Başûr a Yemenê êrişên hewayî pêk anîn. Di encamê de 20 leşker hatin kuştin.

Li Yemenê 20 endamên Meclisa Veguhêz a Başûr hatin kuştin
2 ÇILE, 2026   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî yên hêzên Meclisa Veguhêz a Başûr a Yemenê yên ku destekê ji Îmaratê werdigirin, da zanîn ku hêzên koalîsyonê bi serperiştiya Erebistana Siûdî li dijî xalên wan êrişên hewayî pêk anîn, di encamê de 20 leşkerên hêzan hatin kuştin.

Berpirsê hêzan da zanîn ku leşkerên wan di êrişên li dijî herêmên Xeşia û Sîon de hatin kuştin. Hejmara kuştiyan jî ji aliyê çavkaniyên tenduristî ve ji bo ajansa France Press (AFP) hat diyarkirin.

(mh/fr)