Di protestoyên roja 6ˊemîn ên li Îranê de gel hat gulebarankirin

Di çalakiyên ku li hemû bajarên Îranê belav bûne de polîsan gel gulebaran kir. Jinan di çalakiyan de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir.

Di protestoyên roja 6ˊemîn ên li Îranê de gel hat gulebarankirin
2 ÇILE, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê, protestoyên ku ji ber windakirina nirxê riyal a li hemberî dowîzê û bihabûnê ji aliyê esnafên Çarşiya Tehranê ve hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Protestoyên ku li bazara telefonên mobîl dest pê kirin û li Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê pêk hatin, niha li tevahiya welat belav bûne.

GEL DEST DANÎ SER QEREQOLÊ

Di roja 6'an a protestoyan de li eyaletên Tehran, Îsfehan û Şîrazê çalakî ji nû ve dest pê kirin. Gel rexmê êrişên polîsan çalakiyên xwe didomîne. Li bajarê Babolê jî gel cara yekem beşdarî protestoyan bû. Herwiha hat diyarkirin ku li Mervdeştê gel dest daniye ser qereqola hejmar 11'an.

JIN JIYAN AZADÎ

Jinên ku pêşengiya çalakiyan dikin, dirûşmên "Mirin bo dîktator", "Bişeref" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.

GEL HAT GULEBARANKIRIN

Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilat, hêzên rejimê rasterast gel gulebaran kirin. Di xwepêşandanên protestoyê de kamerayên çavdêriyê hatin şikandin.

Li bajarê Qûmê yê Îranê jî, wesayîta mîlîsekî besîcê ku "sîxurtiya rejimê" dikir hat şewitandin.