Di medyaya erebî de têkiliyên nû yên Bexda-Şamê, başûrê Sûriyeyê û germahiya li Ewropayê

Rojnameyan diyar kir ku têkiliyên Bexda û Şamê ji qonaxa hişyariyê derbasî merheleya ji nû ve avakirina têkiliyên li ser esasê berjewendiyan dibin. Têkildarî tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê jî hate gotin armanc wan ferzkirina rewşeke nû ya ewlehiyê li ser xeta sînor e.

Di medyaya erebî de têkiliyên nû yên Bexda-Şamê, başûrê Sûriyeyê û germahiya li Ewropayê
30 hezîran, 2026   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di rojevên xwe yên vê sibehê de cih da têkiliyên Bexda û Şamê û dosyayên ewlehî û enerjiyê yên di navbera her du aliyan de, her wiha tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û pêla germê ya li Ewropayê xistiye.

‘PETROL Û EWLEHÎ TÊKILIYÊN BEXDA Û ŞAMÊ JI NÛ VE SAZ DIKIN‘

Rojnameya El Ereb a Londonê serdana wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên bo Şamê wek xaleke werçerxê di rêgeha têkiliyên Iraq û Sûriyeyê de pênase kir. Hat bibîrxistin ku ev serdana yekemîn a rayedarekî bilind ê Iraqê ye ku ji dema guhertina siyasî ya li Sûriyeyê (dawiya 2024’an) ve tê kirin.

Li gorî rojnameyê, serdan nîşan dide ku her du welat ji qonaxa hişyariyê derbasî qonaxa ji nû ve avakirina têkiliyên li ser bingehên nû, berjewendiyên hevpar ên ewlehî û aborî dibin.

Rojnameyê bal kişand ser hevdîtinên ku di navbera her du aliyan de hatine kirin û ev agahî parve kirin: "Xurtkirina tevkariya siyasî û ewlehiyê, pêşdebirina têkiliyên aborî û enerjiyê, bi taybetî pitşî ku Iraqê dest bi şandina miqdarek sîndar a petrolê di erdê Sûriyeyê de, hewldanên kontrokirina sînor û têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê rojevên sereke yên hevdîtinê bûn."

Rojnameyê îşaret pê kir ku ji nû ve vekirina deriyê sînor ê Rebîayê wek gaveke girîng ji bo destekkirina tevgera bazirganiyê û girêdana Iraqê bi Sûriye û Tirkiyeyê ve di çarçoveya projeya "Rêya Geşkirinê" de hat nirxandin.

‘ÎSRAÎL HEGEMONYAYA XWE BERFIREH DIKE’

Rojnameya El Nehar jî tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê nirxandin û destnîşan kir ku ev tevger ji çarçoveya derbaskirina sînor veguheriye tevgereke siyasî ku armanc jê ferzkirina rewşeke nû ya ewlehiyê li ser xeta sînor e.

Hat bibîrxistin ku di tevgerên dawîn ên li gundewarên Dera û Quneytîrayê de bend hatin danîn, mal hatin kontrolkirin, hêzên leşkerî li herêmên bilind belav bûn û pevçûn bi niştecihan re çêbûn. Rojnameyê li ser vê mijarê wiha nivîsî: “Ev tevger di demekê de tên kirin ku hesabên herêmî yên hevbeş ên di navbera Îsraîl, Tirkiye û Îranê de hene. Behsa rola hevalbendên Tehranê li başûrê Sûriyeyê jî tê kirin. Li beramberî vê Îsraîlê bicihkirina xwe ya meydanî didomîne. Ev jî stratejiyeke demdirêj ji bo avakirina herêmeke ewlehiyê ya nû ya li ser sînor nîşan dide."

‘GERMAHÎ EWROPAYÊ DIFETISÎNE’

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser pêla germê ya zêde ku li Ewropayê xistiye û diyar kir ku ev pêl lezbûna bandorên guherîna avhewayê nîşan dide. Hate gotin: "Germahiya zêde ya li gelek welatên Ewropayê xistiye, bû sedema mirina bi sedan kesan û têkçûna tesîsên girîng. Hişyarî hene ku germahiya zêde herî zû bandorê li parzemîna Ewropayê bike û ev yek jî tedbîrên bibandortir ji bo rûbirûbûna bandorên germbûna gerdûnî hewce dike.”

(bb)