Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin

Li Xezayê di êrişên artêşa Îsraîlê de 3 filistînî hatin kuştin.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin
31 cotmeh, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de 3 Filistînê hatin kuştin û birîndarekî din ê êrişên berê jî jiyana xwe ji dest da.

Li Xezayê agirbesta ku berî 3 hefteyan bi navbeynkariya DYA’yê hatibû ragihandin tê binpêkirin. Mijarên sereke wekî yên bêçekkirina Hemasê û dema vekişîna Îsraîlê ji Xezayê hîna çareser nebûne.

Roja sêşem û çarşema borî, Îsraîlê bi êrişên dijwar bersiva kuştina leşkerekî xwe da. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî kuştina 104 kesan ragihand.

(bb)