Franco Cardini piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan

Dîrokzanê navdar ê ji Îtalyayê Franco Cardini piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan.

Franco Cardini piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan
31 cotmeh, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Franco Cardini peyamek ji DEM Partiyê re şand. Peyama Cardini wiha ye:

"Di vê dema krîtîk de, bi rengekî aşkera diyar bikim ku ez piştgiriya diyalog, tevlêbûna demokratîk û parastina mafên bingehîn ji bo her kesê li welêt dikim. Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ku armanc dike mafên ziman, çand û siyasî nas bike. Ji nû ve avakirina baweriyê, pêçana birînên rabirdûyê û pêkanîna siberojek hevpar tenê dikare bi vî rengî pêk were."

Franco Cardini, dîrokzanekî ji Îtalyayê ye. Ew bi xebatên xwe yên li ser dîroka Serdema Navîn, Seferên Xaçperestan û têkiliyên xiristiyanî-îslamê tê nasîn. Ew li Zanîngeha Floransayê profesor bû.