Bangên ji bo dabînkirina vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku êrişên li hember karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê dide diyakirin ku rewşa bajêr ji bo pêşwazîkirinê nehatiye guncawkirin. Divê parastina şêniyan bê kirin û astengiyên li pêşiya vegerê ji holê rabin.

Bangên ji bo dabînkirina vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê
14 tebax, 2026   02:42
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Piştî 7 salan ji koçberiyê hêviyên vegerê yên koçberên ji Serêkaniyê nû bûbûn, lê ji ber ku karwanê yekemîn ê ku 10`ê Tebaxê berê xwe da warê xwe rastî êrişên ji hêla niştecihên ku dest danîne ser milkên wan bûn, metirsiyên ji bo vegerê û dabînkirina ewlehiyê careke din derketin.

Der barê mijarê de rojnamevan Ebdulhelîm Silêman ku yek ji şêniyên Serêkaniyê ye, sala 2019`an jî bi malbata xwe re ji bajarê xwe koç kiriye, ji ANHA`yê re axivî.

Ebdulhelîm Silêman da zanîn ku nêzî 100 hezar kes di 7 salên borî de di kamp û derveyî kampan de di rewşên jiyanî yên zehmet re derbas bûn.

Ebdulhelîm Silêman diyar kir ku hilweşîna rejîma Baasê, peymana di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hêviya koçberan a vegera li ser cih û warên wan vegerand, karwanê yekemîn vegeriya lê dema gihîştin bajêr ji hêla kesên ku dest danîne ser malên wan ve rastî êrişan hat.

Silêman destnîşan kir ku bajar ji bo pêşwazîkirina şêniyan ne amade bû, hin alî hene naxwazin ku Kurd vegerin gund û bajarên xwe, ji bo vegera sivîlan a ewle ev doz bi hacetî çareseriyê ye.

BANGÊN MISOGERKIRINA VEGERÊ

Silêman bang li şêniyan kir ku vegera şêniyan dabîn bike û ji bo wan misogeriyeke zelal bê dayîn. Divê ti astengî li pêşiya vegera şêniyan neyê danîn, ji bo wan rewşên jiyanî yên guncaw û bi qasî zehmetiyên ku ew dîtine bên misogerkirin.

Ebdulhelîm Silêman da zanîn ku divê dosyaya mal û milkan bê çareserkirin, kesên ku dest danîne ser milkan ji malan bên derxistin. Her wiha vegera malbatan û mafê vegerandina milkên wan bê misogerkirin.

Silêman destnîşan kir ku vegera koçberên ji Efrînê ji bo herêmên wan hişt ku hêvî ji bo koçberan bi giştî çêbe û metirsiyên wan jî kêm kirin, vegera şêniyan a ji bo gund û bajarên wan wekî gaveke derketina li hemberî hewldanên guhertina demografîk e.

Ebdulhelîm Silêman diyar kir ku divê dosyaya koçberan bê bidawîkirin û kamp werin girtin.

Ebdulhelîm Silêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ew qas salên ji zilmê hîn jî hinek hene ku astengiyan çêdikin, heke ew niştecih ji Serêkaniyê dernekevin dê êşa gelê Serêkaniyê bidome û ev yek li hemberî peymanê binpêkirin e. Hikumet berpirsyara van bûyeran e, ew li Serêkaniyê ye û herêmê bi rê ve dibe, divê ji bo şêniyan îstiqrarê dabîn bike.”

(sb)

ANHA