Li Xezayê 5 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 2 jê kesên ji binê kavilan hatin derxistin, 5 cenaze veguhastine nexweşxaneyan.

Li Xezayê 5 kes hatin kuştin
2 sibat, 2026   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 2 jê yên ji binê kavilan hatin derxistin, 5 cenaze û 4 birîndar veguhastine nexweşxaneyan.

Li gorî daneyên dawîn ên wezaretê, hejmara kuştiyan ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve derket 71 hezar û 800’î û ya birîndaran jî derketiye 171 hezar û 555’an. Wezaretê diyar kir ku hin qurbanî di binê kavilan û li ser rêyan hene, lê ekîbên ambulansan û parastina sivîlan nikarin xwe bigihînin wan.

Wezaretê da zanîn ku ji dema ragihandina agirbestê (11 Cotmeh 2025) ve 526 kes hatine kuştin, hezar û 447 kes birîndar bûne û 717 cenaze ji binê xirabeyan hatine derxistin.

(b)