Rejîma Îranê 26 girtî darve kirin

Saziyên Mafên Mirovan ên Îranê eşkere kirin ku di 14 girtîgehên li Îranê de herî kêm 26 girtiyên edlî hatine bidarvekirin.

Rejîma Îranê 26 girtî darve kirin
2 sibat, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên mefên mirovan ên Îranê derbarê mijarê de rapor belev kir. Di raporê tê diyarkirin ku di 14 girtîgehan de 26 girtiyên ji dozên edlî hati darizanin hetine darvekirin. Girtiyên ku hatine darvekirin û navên wan hatine mîsogerkirin ev in: Shahriar Farahani, Manoochehr Mehrabi, Nasser Hosseini, Behrouz Hazrati, Fardin Kalami, Mohammadali Moridan, Amin Nasiri, Sajjad Dousti, Peyman Shiri, Hikmat Daryaei, Mostafa Minavand, Shahab Karami, Nemat Mehraban, Azim Nourzad, Noushad Alipour, Shahrouz Hosseini, Yousef Eini, Meysam Rafiei, Jaber Mohammadi, Payam Nouri, Omid Hatami, Samir Ajamloo, Iman Nejati, Ghorban Rashidi, Kourosh Zamani û Kianoush Rostami. 

Li gorî rapora ku hatiye weşandin rayedarên rejîmê darvekirina van girtiyan bi daxuyaniyên xwe bi awayeke fermî pesend kirine. Li gor rapora saziya mafên mirovan ya salane, di 2025an de li Îranê herî kêm 2 hezar û 63 kes hatine darvekirin. Li gorî vê raporê rêjeya cezayên darvekirinê ya li gorî 2024an li Îranê ji sedî 119 de zêde bûye. Ji bo ku van darvekirina girtiyan ji raya giştî tê veşartin girtiyên tên darvekirin mafên wan ên dîtin û gotina dawî bi malbatên wan re jî ji destê wan tê stendin.