Li Xezayê 44 kes hatin kuştin

Li Xezayê di êrişên artêşa Îsraîlê de herî kêm 44 kes hatin kuştin, di nav wan de 22 kes li nêzî navendên alîkariyê bûn. Artêşa Îsraîlê deverên Şucaiye û Xan Yunisê jî bombebaran kirin.

Li Xezayê 44 kes hatin kuştin
3 tebax, 2025   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), îro ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de  herî kêm 44 kes hatine kuştin, ji kuştiyan 22 kes li nêzî navendên belavkirina alîkariya mirovî bûn.

Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Memûd Besel diyar kir ku di êrişên artêşa Îsraîlê ya li nêzî navendeke alîkariyê ya li bakurê rojavayê Refahê de 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Besel da zanîn ku "5 Filistînî li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li nêzî Pira Wadî ya li navend Xezayê hatin kuştin, her wiha cenazeyên 5 şehîdan û 12 kesên birîndar jî gihştin Nexweşxaneya El Ewda li kampa Nusêrat."

Hate zanîn ku di êrişa bi balafireke bêmirov a Îsraîlê ya li komek şêniyên taxa Şucaiyaa ya rojhilatê bajarê Xezayê de  4 kes hatin kuştin. Her wiha endamekî Rêxistina Heyva Sor a Filistînê di bombebaraneke li ser avahiyeke rêxistinê li bajarê El Emel ê Xan Yûnisê de, hat kuştin.

(k)