’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’

Li kantona Tebqayê di semînerekê de mafê vegera ewle ya koçberên Sûriyeyî hate nîqaşkirin. Koçberên Efrînê yên beşdarî semînerê bibûn gotin, bêyî derketina çeteyên dewleta Tirk vegera Efrînê ne ewle ye.

’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
’Vegera ewle daxwaza hemû koçberan e’
3 tebax, 2025   15:58

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Tebqayê ji koçberên Efrîn û Şehbayê re semînerk bi sernavê “di dema lihevkirinên siyasî de mafê vegera bi ewle” bi rêxistin kir. Di semînerê de gavên girêng ên vegera ewle ya koçberên Efrîn hate nîqaşkirin. 

Semîner bi amadebûna bi dehan koçberan li navenda bicihkirina koçberan a li stadyona sporê ya li bajarê Tebqayê hate dayîn. Semîner bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yê Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyrem axivî.

Beyrem rewşa li Efrînê bibîr anî û destnîşan kir ku rewşa li Efrîn û Şebayê tenê bi nirxandina koçberiyê nayê raberkirin û wiha dom kir: “Li Efrîn û paşê li Şehbayê sûcekî li dijî mirovahiyê hate kirin. Goristanên komî, malên hatine destserkirin û hewldanên binpêkirina rastiya nasnameya herêmê van tiştan aşkere dikin. Kirinên wan di çarçoveya xizmeta hêzên derve de têne kirin.”

Beyrem di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê, pêwiste mafê vegera hemû koçberan misoger bike. Ev mafekî mirovî ya rewa ye. Ev di hemû û destûran de hatiye. Ji ber wê divê vegera koçberan di bin çavêdêriya hêzên navneteweyî de pêk were.”

Beyrem, da zanîn ku ne ji mafê hikûmeta demkî ye ku vegera ewle ya koçberan asteng bike û wiha pê de çû: “Çi lihevkirinek bêyî hesab ji sûcdaren were xwestin, ne pêkan e. Divê koçber bi rumet vegerin malên xwe. Bêyî wiha dê lihevkirinek neyê kirin.”

Hevserokê Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê yê Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyrem di dawiya axaftina xwe de  destnîşan kir ku xelkên Efrîn û Şehbayê tu carî dê dest ji mafê xwe yê vegera Efrînê bernedin û ev tişt got: “Veger mafê me ye. Mafê her kesekî ji xaka xwe hate hilkirin e. Mafê her jinek û dapîrekê dûrî zeytûnê xwe ketiye. Mafekî qudsale divê were parastin, em jî pişrast dikin dê tu kes nikaribe di odeyên siyasî de gavan ji mafê vegerê paş de bavêje.”

Di dawiya semînerê de mijar ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin û encamname wekî belgeyek li ser çawaniya vegera koçberan ji aliyê beşdaran ve hate destnîşankirinê.

(dc)

ANHA