Li Xezayê 3 kes hatin kuştin

Li  Xezayê di êrişên Îsraîlê de 2 polîsên Hemasê û kesek din hatin kuştin.

Li Xezayê 3 kes hatin kuştin
10 gulan, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên qada tenduristiyê yên Xezayê, di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser kampa Mexazî ya naverasta Xezayê de kesek hat kuştin.

Wezareta Hundirîn a Xezayê jî ragihand di êrişek din de rêveberê beşa lêkolînan a Polîsan a Xan Yûnisê Wîsam Ebdulhadî û alîkarî wî hatin kuştin.

Tevî agirbesta ku di Cotmeha 2025'an de hatiye ragihandin,  êriş li ser Xezayê dewam dikin. Her du alî hev din bi binpêkirina agribestê sûcdar dikin.

Li gorî xebatkarên tenduristiyê, ji destpêka agirbestê ve bi kêmanî 850 kes hatine kuştin, Îsraîlê jî diyar dike ku di vê heyamê de 4 leşkerên wê hatine kuştin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji destpêka şer (2023) ve zêdetirî 72 hezar û 500 filistînî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

(bb)