Parêzeran rakirina zimanê Kurdî ji tabeleyan şermezar kir

Parêzeran diyar kir ku hebûna zimanê Kurdî li kêleka Erebî li ser tabeleyên saziyên fermî statuya Erebî wekî zimanekî fermî kêm nake, lê pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî parêzgeha Hesekê nîşan dide.

Parêzeran rakirina zimanê Kurdî ji tabeleyan şermezar kir
10 gulan, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran a bajarê Qamişloyê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li hember rakirina zimanê Kurdî ji tabeleya Koşka Dadaweriyê daxuyaniyek 

Daxuyaniya Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li ber avahiya Koşka Dadweriyê ya bajarê Hesekê ji hêla parêzer Mihemed Ferhan û Mihemed Emîn Meimo ve bi zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin. Li Qamişlo jî li ber avahiya Koşka Dadweriyê bi zimanê Kurdî ji hêla parêzer Gulal Kasanî û bi zimanê Erebî ji hêla parêzer Mehmûd Xelo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de parêzeran hate gotin, zimanê Kurdî beşek girîng e ji jiyana çandî û civakî ya Parêzgeha Hesekê û di bin biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13 a 2026`an de, û her wiha benda 3`mîn a madeya 7`an a Danezana Destûrî de tê parastin.

Di daxuyaniyan de îşaret bi vê yekê hat kirin ku peymana 29`ê Çileyê nasnameya cihêreng a zimanê Kurdî gerantî kiriye û pêwîstiya rêzgirtina li vî mafî jî piştrast kiriye.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku divê ev maf ne tenê li ser pelikan bimîne, lê divê bi eşkereyî di sazî û hemû dezgehên giştî de were pêkanîn.

Di dewamda daxuyaniyan de hate gotin "Hebûna zimanê Kurdî li kêleka Erebî li ser tabeleyên saziyên fermî statuya Erebî wekî zimanekî fermî kêm nake. Berevajî vê, rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî Parêzgeha Hesekê nîşan dide."

Parêzgeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku çareserkirina vê pirsgirêkê diyalogek cidî û berpirsiyar hewce dike. Parêzeran banga xurtkirina baweriyê di nav saziyan de û xurtkirina hevkariya dadperwer di çarçoveya dewleta Sûriyeyê û yekbûna saziyên wê de kir.

(k)

ANHA

hesekê

qamişlo